Berdevka Têkiliyên Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Dexîl der barê biryara Parlamantoya Federal a Elmanyayê de ku jenosîda li ser civaka Êzidî qebûl kir de axivî û got:” Qebûlkirna jenosîdê girîng e lê bi rewşa heyî civakê naparêze, pêwîst e statuya Şengalê ya Rêveberiya Xweser bê qebûlkirin”.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî ya Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê ferman û komkujiyek radû.
Di vê fermanê de bi hezaran jin hatin girtin, kuştin û revandin.
Piştî 8 salên li ser komkujiyê di 19’ê Çileyê de Parlementoya Federal a Elmanya jenosîda li ser civaka Êzidî bi awayekê fermî nas kir.
Berdevka Têkiliyên Dîplomasî ya TAJÊ Suham Dexîl der barê mijarê de ji ajansa NÛJINHA re axivî.