Yemen bû welatê destpêkê ku şerê fezayî da destpêkirin!

Îsraîlê ragihand ku mûşekek Yemenê li derveyî atmosfera cîhanê hatiye têkbirin.
Ev êrîş di dîroka leşkerî ya cîhanê de weke rewşeke nû tê nirxandin.

Beriya niha ti şer li derveyî atmosfera cîhanê, bi 100 kîlometreyî li ezmanan nehatibû kirin.

Di 30’ê Cotmehê de serhildêrên Hûsî yên Yemenî berpirsyariya êrîşek li ser Îsraîlê li xwe girtin.

Ev yek di heman demê de bû êrîşa herî mesafe dirêj ku di navbera Îsraîl û Yemenê de 2 hezar û 200 kîlometre heye.

Hate ragihandin ku dewleta Îbranî bi saya sîstema astengkirinê ya 4 a bloka Arrow 2 ku teknolojiya herî pêşketî ye û di sala 2000’î de kete xizmetê, mûşekek balîstîk a Kader ku ji ber sîstema Şahab 3 a Îranê hatiye hilberandin, li derveyî atmosferê îmha kiriye.

Lêkolînerê Eurasia Group Gregory Brew li ser X’ê (Bi navê xwe yê berê Twitterê) daxuyaniyek da û got,

“Yemen di dîrokê de bû yekemîn welat ku şerê fezayî da destpêkirin.”

Rojnameya Îsraîlê Haaretzê roja Yekşemê got,

“Tê îdîakirin ku (mûşek) li derveyî atmosfera cîhanê hatiye astengkirin.”

Di daxuyaniya çapemeniyê ya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî rêgeha fuzeyê şopandiye û ‘di dem û cihê herî guncaw de’ pêşî li mûşekê girtiye.

Di şerê navbera Hemas û Îsraîlê de, Hûsiyên Yemenî beriya niha bi drone û mûşekan êrîşî Îsraîlê kiribûn.

Back to top button