Zelensky bo Trump: Were em te bibînin

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump îdia dike ku ew dikare di nava 24 saetan de şerê li Ukrayna bidawî bike.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî bang li Trump kir û got: Eger tu difikirî ku wê pir alîkariya te çêbibe were vir.

Volodymyr Zelensky di hevpeyvîna xwe ya li gel NBC de, bi awayekî eşkere vexwendin nameyek ji Trump re şand.

Zelensky îşaret bi axaftina Trump ya ew dikare di nava 24 saetan de, şer bidawî bike kir û got:

Eger Trump bi xwe bawere ku dikare tiştekê bike bila kerem bike.

Hevrikê muhtemel yê Trump di hilbijartina 2024’an de, Serokê DYA Joe Biden e.

Trump berpirsiyariya şer datîne ser rêveberiya Biden da ku piştgirî bide vegotina wî ya “cîhan perçe dibe”.

Digel ku Zelensky bi Biden re hevalbendiyek xurt e, ev yek bi dijberê wî yê Komarparêz re ne wisa ye.

Partiya Trump ji şandina pakêtên alîkariyê yên Amerîkayê ji hevalbendê xwe yê Ewropî re nerehet e.

Back to top button