HPG: Artêşa Tirk bi piştgiriya PDK’ê hewl dide encam bigre

Di çalakiyên gerîla de li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin û 2 dronên bombebarkirî jî hatin îmhakirin.
HPG’ê got: Artêşa Tirk a dagirker tevî piştgiriya PDK’ê jî nikare li hemberî berxwedana gerîla encamê bigire.

Şerê li Herêmên Parastina yên Medyayê bi dijwariya xwe dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji bo karibe plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne 2 sal in her cure êrişan dike û got:

HPG: Artêşa Tirk bi piştgiriya PDK’ê hewl dide encam bigre

Tevî vê yekê jî nekariye li hemberî berxwedana gerîla encamê bi dest bixe.

Artêşa Tirk ku bêçare maye, bi piştgiriya PDK’ê hewl dide kepçeyan bîne ser çeperên me û hilweşîne.

HPG: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, 2 dron hatin rûxandin

HPG’ê bi bîr xist hêzên gerîla bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran çalakiyên xwe didomînin û ev agahî da:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5’ê Cotmehê li dijî dagirkerên li qadê gelek çalakî hate kirin

Di van çalakiyan de dagirkerek hate kuştin, 2 dronên bombebarkirî û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Her wiha derb li 10 çeperan jî hate xistin.”

Qadên gerîla bi çekên qedexe û balafirên şer hate bombekirin

Derbarê sûcên şer û êrişên arteşa Tirkiyê jî HGP’ê wiha got: 6’ê Mijdarê Herêma Zap û rojavayê wê bi teqemeniyên qedexekirî, dronên bombebakirî û bi balafirên şer hate bombekirin.

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla

Back to top button