Li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla

Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê li Wan û Zapê çalakî kirin.
Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin.
Arteşa Tirkiyê a dagirker jî herêma Metînayê 32 caran bi çekên qedexe bombe kir.

Hêzên gerîla li Bakur û Başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

Li Wanê gerîla bi çalakiya Sabotajê li wesayita zirxî da

HGP’ê da zanîn li herêma Wanê wesayitek leşkerî a arteşa Tirk hate hedefgirtin û ev agahî da:

Hêzên me 4’ê mijdarê li navçeya Elbakê li ser rêya qereqola Xwelînkê, li hemberî wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiya sabotajê li darxistin.

HPG: Wesayit hate îmhakirin, 2 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

HPG got: Çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrê Yûsûf Pîrosî, Şoreş û Deyndar hate kirin.

Li Herêma Zapê jî li dijî dagirkeriya arteşa dewleta Tirkiyê çalakiyên gerîla hebûn.

HPG: Li Zapê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG eşkere kir ku di navbera 3-4 Mijdarê de li rojavayê Zapê 4 leşkerên hatin cezakirin, yek jî birîndarbû.

Her wiha derb li 3 çeperên dagirkeran jî hatin xistin.

HPG: Herêma Metîna 32 caran bi çekên qedexe hate bombekirin

Li ser êrişên domdar ên arteşa Tirkiyê a qirker jî HGP’ê di dawiyê de ev agahî parve kir:

4 û 5’ê Mijdarê herêma Metîna;

32 caran bi gazên kîmyewî û bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Herêma Xakûrkê, Zap û rojavayê wê jî bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Back to top button