Bayindir: Bi şerê birakujiyê ve dewleta Tirk dixwaze destkehiyê Kurdan ji holê rabike

Li Bakurê Kurdistanê Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê başûr, peşmerge, YNK Tevgera Goran û Tevgera Îslamî û bi giştî kurd wê nehêlin şerê birakujî derkeve.
Bayindir Bang PDK’ê kir dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne û xizmetê ji xelkê Kurdistanê re bike.

Li Bakurê Kurdistanê Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Keskîn Bayindir, polîtîkayên şer ên PDK’ê yên li dijî gelên Kurdisanê nirxandin.

Bayindir diyar kir ku dewleta Tirk bi destê PDK’ê dixwaze şerê birakujiyê yê Kurdan derxe û demeke ku kurd nêzî azadî û statuya xwe bûne, wan bide wendakirin.

PDK jî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî di nav plana têkbirina destketiyên kurdan de ye. Ev plana nû bi dorpêça li ser Mexmûrê re, zêdetir eşkere bû.

Bayindir: Peşmerge, YNK, goran, tevgerên îslamî û gelê Kurd wênehêlin şer derkeve

Bayindir destnîşan kir ku ne tenê Mexmur, bi peymana Şengalê jî dixwazin destketiyên Şengalê ji holê rakin û wiha pê de çû:

” Ji ber polîtîkayên PDK’ê gelê Kurd li Başûr ji sedî 40 axa xwe winda kiriye, ev axa pîroz kete bin kontrola dagirkeran.

Îro jî bi hevkariya Tirkiyê dixwaze Kurdistanê parçe bike û dagirkeran lê bi cih bike. Ev jî dibe sedema ku di demên pêş de tevahiya xaka Başûr bê dagirkirin.”

Keskîn Bayindir dazanîn ku PDK hebûna xwe bi tunekirina partiyên Kurdî û parçekirina Kurdisanê dibîne.

Ji ber vê yekê li hemberî PKK’ê şer daye destpêkirin, lê gelê başûr, peşmerge, YNK, Tevgera Goran û Tevgera Îslamî û bi giştî Kurd, wê nehêlin ku şerê birakujiyê rû bide.

Bayindir: PDK paşeroja Kurdan dixe xeteriyê

Bayindir dazanîn ku PDK bi van polîtîkayên xwe, pêşeroja kurdan dixe xeteriyê û bang li PDK’ê kir ku dest ji vê polîtîkaya xwe berde û dawî li hevkariya digel Tirkiyê bîne.

Bayindir: PDK li ser Şengalê û Rojava polîtîkayên qirêj dimeşîne

Bayindir diyar kir ku PDK ne tenê li Bakur, li hember Rojava û Şengalê jî polîtîkaya dijminane dimeşîne.

Bayindir dibêje:

“Bi taybetî PDK li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê polîtîkayên gemar û tarî dimeşîne. Ji destpêka Şoreşa Rojava û heta îro ve, PDK’ê ti carî ev weke destkeftî û şoreşa Kurdan bi nav nekiriye.

Hetanî bo ku ev desketî têk biçin jî, serî li gelek rêyên qirêj daye.

Bi Peymana Şengalê re, teqez em dikarin bibêjin ku PDK derveyî berjewendiyên xwe; destkeftî û serxwebûna Kurdan naxwaze.

Roja Peymana Şengalê jî di dîroka Kurdan de rojeke gelek girîng e ku Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan bi Kompoloyeke Navneteweyî ji Sûriyê hate derxistin.

PDK jî bi îmzekirina vê peymanê, nîşan da ku cihê xwe digel kompologeran digire. Ev peyman û roja wê, vê peyamê dide gelê Kurd.”

Back to top button