Li Kirmaşanê, di encamê êrîşên hêzên rêjîma Îranê de, 2 kolber hatin birîndarkirin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh êvarî li herêma Newsudî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê a Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îran êrişî komek kolberan kir û di encama êrişê de, 2 kolber birîndar bûn.
Li aliyeke din jî, duh bi şev li zozanên gundê Alane a bi ser navçeya Çoman li Hewlêrê, mayînek bi komek kolber ve teqiya û kolberek birîndar bû.
Di encama êrişê de Kolberê bi navê Sabir Mihemed Bayiz Xizrî ê xelkê Pîranşar hat birîndar kirin û li nexweşxaneyek Hewlêrê tê dermankirinê.