Mamosteyên Efrînî daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî red kir û diyar kirin ku rakirina zimanê Kurdî xizmeta siyasetên qirkirinê dike.Mamosteyan teqez kir ku ew ê perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bikin ji ber ku ev yek piştî oxirkirina bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin.
ENKS’ê daxwaza rakirina meteryalên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser û vegera li meteryalên hikumeta Şamê kir.
Derbarê vê daxwazê roj bi roj bertek û nerazîbûn zêde dibib û herî dawî mamosteyên Efrînî ev yek red kirin.
Mamosteyê kîmyayê di Peymangeha Viyan Amara a li Şehbayê Mihemed Elo diyar kir ku ENKS’ê bi vê banga xwe xizmeta dewletên kapîtalîst dike û armacên xwe yên pêkanîna daxwazên dagirkeran nîşan didin.
Mihemd Elo destnîşan kir ku gelê Kurd ji hezarên salan ve ji mafê hatibûn mehrûmkirin û ev yek bi şoreşa 19 Tîrmehê de hat bidestxistin.
Mamosteya dîrokê di peymangeha Viyan Amara de Mediya Birîm bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a bidestxistina mafên xwendin û axaftina bi zimanê kurdî û got:
Mamosteyên Efrînî di dawiyê de, teqez kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de em hewl didin zimanê xwe yê kurdî zindî bikin.