
Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku PDK li ser daxwaze dewleta Tirk hêz dişîne qadên gêrîla. Ev gava PDK’ê nakeve xizmeta gelê Kurd
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk û cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo têkildarî daxuyaniya Barzanî, egera rûdana şerê navxweyî ji ANHA’yê re axivî.
Sebrî Nebo diyar kir ku daxuyaniya dawî ya PDK’ê hewldanên nêzîkbûna Kurdî-Kurdî asteng dikin û got:
“Ev daxuyanî hemwextî daxuyaniyên dijminane yên Erdogan a ku gefa êrişkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat, ev yek di me de gumanan çêdike.”
Nebo wiha domand:
“Ev daxuyaniyî nakevin berjewendiya gelên herêmê, nakevin berjewendiya gelê Kurd. Ev daxuyani tenê dikeve xizmeta Erdogan.”
Sebrî Nebo bang PDK’ê kir ku ji bo yekîtiya Kurdî gav bavêje û ji siyaseta Tirkiyê nexape.