Piştî 24 salan hîna Ayşe Şan bi dengê xwe di nav Kurdan de zindî ye.

Îro salvegera 24′ emîn a wefata hunermenda Kurd Eyşe Şan e. Eyşe Şan tevî hemû astengiyên li pêşiya xwe dev ji hunera xwe berneda û ji bo xeyalên xwe timî têkoşîn da û serî li ber kevneşopiyan rakir. Li dijî feraseta feodal, zext û qedexeya zimanê Kurdî, serî netewand û ji bo Kurdan berhemên gelek hêja li pey xwe hişt.

Di nava civakeka feodal de, heke tu jin bî û bi nasnemeya jinê bixwazî bibî stranbêj, ji bo pêk anîna xeyal şerekê bê aman dixwaze.

Em behsa keybanoya bêtac û text, a muzika Kurdî Eyşe Şanê dikin.

Ayşe Şan ango Eyşa Elî di sala 1938’an de li Amedê, di nava malbatekê navdar de ji dayîk dibe.

Bavê wê yê dengbêj û li darxistina şevbihêrkan, hîn di temenek biçûk de bandûrê li ser wê dike.

Dengê ku ji dilê wê diherikî zimanê wê, di demek kin de ji aliyê her kesê ve tê nasîn.

Lê feraseta feodal, destûr ne didan jin bibin stranbêj û xwedî nasname.

Erê bavê wê wefat kiribû, tenê mabû, lê ew bi biryar bû li pey evîna xweya stran bêjiyê diçe.

Ji ber malbata wêya feodal naxwaze jin di nava civakê de strana bêje, bi zorê didin zilamekê jê hez nake, ji vê zewacê keçaka wê çêdibe.

Demek şûnde dest ji zilamê xwe berdide.

Ji ber zexta civakê û dewamkirina hunera xwe ji Amedê berê xwe dide Dîlok ê û li wir du salan di radyoyê de kar dike.

Ayşe Şan ji ber zextên zimanê kurdî, di sala 1972’an de berê xwe dide Almanya.

Bi wefata keça xwe Şehnaz a 18 mehî, dikeve nava êş û kederên kur.

Di jiyana xeribiyê de xebera duyem a bi jan ku dibihist wefata dayîka wê bû.

Lê malbata wê ya feodal destûr nade ku Ayşan biçe ser gora dayîka xwe.

Ayşana Elî di sala 1979’an de berê xwe dide Hewlêr û Bexdayê.

Li wir Mihemed Arifê Cizrewî, Îsa Berwarî û gelek hunermendên Kurd nas dike.

Vê pêngavê nav û dengê wê li kurdistanê bilav kir.

Eyşe Şan piştî 1990’î ji başûr derbasî Izmîrê dibe, 18 Kanûna 1996’an, ji ber nexweşiya penceşêrê, di nava bêdengiyê de jiyana xwe ji dest dide.

Keybanûya muzika Kurdî ya bi nasnameya xweya jin, li dijî feraseta feodal, şerekî hunerî dabû destpêkirin wiha di got;

“Eger welatekê meyê azad hebûya, wê xelkê me jî xwedî li nirxên xwe derketa.”

Back to top button