Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê ji ber vîrûsa corona paqijkiirna taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne.
Şaredariyê avahî û saziyên taxê pak kirin.
Şaredariyê piştî paqijkirina dibistanan, vê sibê jî avahiyên saziyên sivîl û navendên li her du taxan pak kirin.
Endama rêveberiya Komîteya Şaredariya Gel Xatûn Henan diyar kir ji bo parastina şêniyên taxê jivîrusa koronayê ew xebatên xwe didomînin û got wan, hefteya borî dibistanên taxê îro jî saziyên sivîl pak kirin.
Xatûn bang li şêniyan kir ku tevdîrên xwe bigirin mal û taxên xwe paqij bikin.