Hêzên Asayîşê duh li Til Temirê 3 kesên ku dizî dikirin girtin .
Asayîşê derbarê vê yekê li ser malpara xwe ya fermî daxwiyaniyek da û ev agahî parve kir .
“Hêzên me ên dijtawanê 3 kesên diz li Til Temirê girtin.
Pêştî lêkolînê û komkirina delîlan di serdegirtinekê de hatin girtin .
Tiştê di destê wan dizan de jî hatin desteserkirin.”
Asayîşê ragihand di dema lêpirsînê de diz li xwe mikur hat ku wan talan, dizî û firotina tiştên dizî bi xwediyê dikanekê li Til Temir pêk aniye.
hate ragihandin ku ew diz piştî lêpirsînê sewqî Serdozgeriyê hatiye kirin.