Ji bo namzetiyê çav Macron li krîza Ûkrayna û Covid-19 ye

Li Fransa Nîsana 2022’an wê hilbijartina serokomariyê pêk were. Tevî gelek namzetan eşkerebûne jî lê hîna Serokomar Emmanuel Macron namzetiya xwe eşkere nekiriye. Hat diyarkirin ku Macron beriya ku bi fermî namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên dêne, wê li benda sivikbûna krîza Ukraynayê û şewba vîrusa koronayê be.

Berdevkê Hikûmetê Gabriel Attal ji radyoya Franceinfo re got:

“Niha gelek mijarên Serok hene ku bala xwe bide ser û ev zêde derfetê nadin wî ku bi fermî namzetiya xwe ragihîne.”

Ji ber ku di bernameya wî ya hefteyî de rojên Pêncşem û Înê bernameyeke fermî nebû, ev yek jî bo sedema şîroveyên ku Macron van rojan namzediya xwe eşkere bike.

Attal teqez kir ku Macron rojane bi rêberên cîhanê re li ser krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de sohbetên tund dike û ji ber zêdebûna hejmara dozan bi hikûmetê re ji nêz ve dixebite.

Tîma Macron, ku bi îhtimaleke mezin wê gera duyemîn bi ser bikeve, li bendê ne ku di demek nêzîk de daxuyaniyek were dayîn.

Çavkaniyek serokatiyê ji ajansa AFP re got, dibe ku di navbera 10 û 20’ê Sibatê de Macron namzetiya xwe eşkere bike.

Back to top button