Şêniyên gundewarê Derayê xwepêşandanek li dijî hikûmeta Şamê li dar xist

Tevî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê li ser kişandina çekên giran ji Idlibê, dewleta Tirk a dagirker karwanekî leşkerî yê nû derbasî Idlibê kir.
Li parêzgeha Derayê şêniyan li dijî hikûmeta Şamê xwepêşandan li dar xistin û banga hilweşandina hikûmetê û çûna Esed kirin.

Li başûrê Sûriyê û bi taybet parêzgeha Derayê tevî ku hêzên hikûmeta Şamê herêm bi zorê kontrol kiriye, nakokî û xwepêşandan li dijî hikûmetê dewam dikin.

Li gundewarê Derayê yê rojhilat aloziyeke tûj a nan û sotemeniyê derketiye.

Şêniyan hikûmeta Şamê bi peydakirina aloziyên bi vî rengî tawanbar kir û xwepêşandanek li dijî wê pêk anî.

Xwepêşanderan banga hilweşandina hikûmetê û çûna El-Esed kirin.

Li bajarokê Meyazin di navbera çekdar û hêzên hikûmetê de pevçûn derket

Li aliyekî din li gundewarê Derayê pevçûnên dijwar di navbera çekdar û hêzên hikûmetê de derkertin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku li bajarokê Um El-Meyazin çekdarên bajarokê û hêzên hikûmetê êrîşî hev kirin.

Di encama êrîşan de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn.

Derbarê sedemên pevçûnên ti agahiyên zelal nîne, lê belê hê jî tansiyon di navbera her du aliyan de bilind e.

Dewleta dagirker karwanekî nû ji çekên giran derbasî Idlibê kir

Roja Çarşemê qaşo dagirkeriya Tirk daxwaza Rûsya a kişandina çekên giran ji Idlibê erê kir.

Lê belê îro karwanekî din ji çek û cebilxaneyên giran û desteka lojistîk di deriyê Keferlosînê re derbasî nava çeteyên xwe kir.

Li gorî çavdêriyê heta niha dagirkeriyê 6330 maşîneyên leşkerî û bi hezaran ji leşkerên xwe li Idlibê bi cî kirine.

Back to top button