Netenyaho: Aştî beramberî aştiyê ye

Îsraîl piştî îmzekirina tifaqên aştiyê bi Îmarat û Behreynê re got ku çi aliyê li dijî ewlehiya wan tevbigerin, wê bersivê bidinê.

Hat gotin ku wê 5 welatên din tifaqên aştiyê bi Îsraîlê re îmze bikin. Filistîniyên li Xeza û Tifa Xerbî jî çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî têkiliyan bi Îsraîlê re didomînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho îro li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê tifaqên aştiyê yên ku tên îmzekirin axivî.

Netenyaho got:

Li Washingtonê bi Îmarat û Behreynê re tifaqên aştiyê yên dîrokî hatin îmzekirin.

Me û Îmarat dest bi têkiliyan kirin û aştiya rasteqîn jî wiha ye… aştî beramberî aştiyê ye.”

Netenyaho: Ê li dijî Îsraîlê rabe wê bersiva wî were dayîn

Netenyaho anî ziman ku hewildanên Îran û alîgirên wê yên li Lîbnan û Xezayê ya ji bo xirakirina aştiyê wê têk biçin û kî li dijî ewlehiya Îsraîlê rabe wê bersiva wî were dayîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho eşkere kir ku wê hin welatên din jî bi wan re tifaqên aştiyê îmze bikin.

Wê 5 welatên din tifaqên aştiyê bi Îsraîlê re îmze bikin

Li gorî berpirsên li Washingtonê jî wê 5 welatên din ji bilî Îmarat û Behreynê tifaqên aştiyê bi Îsraîlê re îmze bikin.

Tê gotin ku 3 welat herêmî ne û du welat derveyê Rojhilatê Navîn in.

Li Mizgefta Eqsayê çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat

Li aliyê din jî, îro bi hezaran Filistînî piştî mêja înê ya li Mizkefta Eqsayê dest bi çalakiyeke şermezarkirinê li dijî normalkirina têkiliyan bi Îsraîlê re kir.

Hêzên Îsraîlê jî li vir êrîş kirin û 6 filistînê girtin.

Li Tifa xerbî Filistîniyek jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî, ragihand ku îro hêzên Îsraîlî bombeyên deng li dijî Filistîniyan li Tifa Xerbî bi kar anîn.

Di encama êrîşê de Filistîniyek bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Back to top button