CENTCOM: Li Yemenê li dijî Hûsiyan 5 êrîş pêk hatin

Li Behra Sor, Yemen, Hudeyda..
Ev der bûne qada êrîşên hêzên dijber Hûsiyan û Koalîsyona Navneteweyî.
Aliyekî êrîşên xwe ji bo bersivdana êrîşên Îsraîlê ya li dijî Xezayê rewa dike.
Aliyê din jî ji bo parastina keştiyên bazirganiya navneteweyî..
Amerîka û Hûsiyan derbarê êrîşên pêkanîne daxuyaniyan parvekirin.

Êrîşên du alî ya Hûsiyan û koalîsyonên navneteweyî didomin.

Li Yemenê li dijî Hûsiyan 5 êrîş pêk hatin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka (CENTCOM) derbarê êrîşê de daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyê bi saetên heremî di navbera saet 15:00-20:00’ê de 5 êrîş pêk hatiye.

Hûsiyan êrîşên li dijî wan piştrast kirin û gotin:

“Hêzên ezmanî ya Amerîka û Înglîstanê li herêma Ras Îsa ya navçeya Es-Salîf a Hudeydayê 5 êrîş pêk anîne”

Husiyan: Me li behra Sor keştiya Ingilîz armanc girt

Her wiha Husiyan jî ragihandin ku wan li Behra Sor keştiyekî girêdayî Înglîstanê armanc girtine û li Hudeydayê jî balafirekî bê mirov a Amerîkayê xistine.

Berdevkê Leşkerî ya Husiyan Yahya Serî di daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku bi hejmarek zêde moşekan keştiya bi navê RUBYMAR a Îngîlîstanê xistine.

Serî da zanîn ku keştiya ku hatiye armancgirtin zirarek mezin dîtiye û bi temamî rawestiyaye.

Ji bo balafirê bê mirov a Amerîkayê Serî diyar kir ku bi modela MQ9 a balafireke bê mirov a Amerîkayê bi moşekên guncav hatiye xistin.

Ji hêla Îngîlîstan û Amerîkayê derbarê êrîşê de ti daxuyaniyekê nehatiye dayîn.

Êrîşa li dijî tankera petrolê ya Ingilîzan

Çend rojên borî jî ji aliyê saziyên ewlekariyê û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hatibû ragihandin tankera petrolê ya Îngîlîzan hatiye xistin.

Ev êrîşa li dijî tankera petrolê Hûsiyan bi daxuyaniyekî girt ser xwe.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri anî ziman ku li dijî tankerê petrolê ya bi navê Pollux yê Îngîlîzan li Behra Sor operasyon pêk hatiye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka’yê piştre ragihand ku fuzeya ji Yemenê hatî avêtin li “keştiyeke ku ber bi Hîndîstanê ve diçe û ala Panamayî li ser hebû ku petrola xam hilgirtibû” ketiye.

Hûsiyan: Tevgera keştiyên Îsraîlê li Behra Sor rawestiyan

Back to top button