Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin.
Li Şamê di navendên Firqeya 4’an û çekdarên Îranê de teqîn pêk hatin.
Li Derayê welatiyek hat kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê êrişî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Xwpêşandanên li li Siwêdayê dewam dikin.

Bi hezaran kesên ji Siwêda û gundewarên wê îro li qada El-Kerama kom bûn û mîtingek li dar xistin.

çend saniyan beta bidin

Xwepêşandêran banga hilweşîna reijmê, guhertina siyasî û pêkanîna biryara NY a 2254’an kirin.

Xwepêşandêran wêneyê serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed li bajarokê Selxed yê li Siwêdayê rakirin.

Çavdêriya Sûrî: Li Rojavayê Şamê 2 kes hatin kuştin

Şevê din li gundên El-Esed yên li rojavayê Şamê dengê teqînan hate bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din 3 teqîn li cihên Firqeya 4’an û çekdarên Îranê pêk hatin.

Hat ragihandin di encama teqînê de 2 kes hatin kuştin lê heta niha nasnameya wan nehatiye zelalkirin.

Her wiha zirarên mezin li derdorê bûn.

Li Derayê welatiyek hate kuştin

Li Derayê jî alozî, bûyerên êriş û girtinê dewam dikin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çekdarên nenas bi guleyan welatiyek li pêş mala wî ya li bjarokê Yadode yê li rojavayê bajêr kuştin.

Li herêma Bêçek leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin

Li herêma qaşo Bêçek di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şer dewam dike.

Her wiha çavdêriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundê El Fitîra yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Derdroa gundên Kefer Tial û Kefer Eme yên rojavayê Helebê jî hatin tobparankirin.

Li eniya Bisertûn ê rojavayê Helebê jî di êrişa çeteyan de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Li çolistana Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên Şamê kirin

Li aliyê çolistana Sûriyê, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand çeteyên DAIŞ’ê li çolistana El-Şewala ya li Dêrazorê êrişî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Hat ragihandin di êrişê de, leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.

Back to top button