Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya derbarê zextên li ser HDP’ê qebûl kir

Parlementoya Ewropayê-PE’yê zextên Tirkiyê û doza girtina HDP’ê şermezar kir.

Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya ku zextên li ser HDP’ê şermezar dike bi 603 dengan erê kir.

Di pêşnûmeyê de, dewleta Tirkiyê ku mafê siyasî û piranî mafê demokrasiyê asteng dike hate şermezarkirin.

Parlementerên PE’yê bang li Yekîtiya Ewropa kir ku guherînên li Tirkiyê bi taybet doza Kobanê ji nêzîk ve bişopîne û serdana girtîgehan bikin.

Her wiha hate piştrastkirin divê Tirkiyê di mijara polîtîkaya derve û di mijara mafê jinan û mafê mirovan de, guherînê çêbike.

Di pêşnûmeyê de vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbalê jî hate rexnekirin.

Back to top button