4 kes ji hêzên Hindistanê hatin kuştin

Duh di encama şerekî dijwar di navbera hêzên Hindistan û yên Pakîstanî de 4 kes ji hêzên hindistanê hatin kuştin.

Di şerê duh Pêncşemê de pêvçûn di navbera her du hêzên de derket; tê de çekên sivik û hawanan li ser sînorê di navbera aliyan demeke dirêj hatin bikaranîn.

Hat bi bîr xistin ku ji 3 heftiyên borî heta niha 24 kesên aliyîgirên Pakîstanê ji hêla Hêzên Hindistanê ve hatin kuştin.

Piştî dirêjkirina peymana agirbestê ya 2003 di navbera Hindistan û Pakistanê de pêk hatibû, cara yekemîn e êrîş li ser sînor rû didin.

Back to top button