Hîlala Zêrîn a Efrînê amadekariyên hefteya çandî dike

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê amadekariyên hefteya çandî û hunerî dike.

Di nava 4 salan de, Tevgera Hîlala Zêrîn bi armanca vejandina çanda kurdî ya kevnar û pêşxistina behreyan, hefteya çandî ya hunerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe.

Tevgera Hîlala Zêrîn amadekariyên xwe dike ku hefteya çandî ya hunerî li Şehbayê, ji sibê bide destpêkirin.

Bi amadebûna 13 komên hunerî yên stran, dîlan, şano û hunerî, wê hefteya hunerî dest pê bike.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê anî ziman “Çalakiyên îsal wê girîngiya parastina jinan û tekoşîna li dijî tundiyê, were ravekirin.”

Back to top button