Şêniyên Reqayê li dijî kuştina zarokan meşek lidarxistin û banga darizandina kujeran kirin

Şêniyên Reqayê li dijî kuştina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo meşek li dar xist û banga darizandina kujeran kirin.

Meş ji ber Nexweşxaneya Wetenî ya naverasta bajar bi pankartên “Na ji tundiya li dijî zarokan” “Em banga darizandina kujeran dikin” dest pê kir.

Meş li çerxerêya El-Neîm rawestiya û daxuyaniyek ji aliyê hevserokê meclisê Lûey El-Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku kuştina jinan bi navê “sûcên şerefê” ne mirovî ye û nîşaneya paşketin û cahiltiyê ye.

Di dawiyê de banga birîna cezayên giran li kujerên Eyde hate kirin.

Back to top button