Dewleta Tirk gundekî Asûriyan kir armanc

Werke her roj, îro jî li ser herêmê êrîş ji aliyê dewletaTirk û çeteyên wê ve hebû.. Dagirkeran gundê Asûriyan Til Şenan armanc kirin. 

Berî çend se’etan Artêşa dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Til Şenan yê Asûriyan ê Til Temirê bi dijwarî da ber topan.

Doh jî heman artêşê gundê Til Şenan yê Asûriyan û gundê Dirdara yên Til Temirê topbaran kirin.

Di heman demê de gundê Til Kêfcî yê Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kiribû.

Artêşa dewleta Tirk gundên Şehbayê topbaran kir

Beriya êrîşên li ser Til Temirê, bi 2 saetan gundên Mişêrfe, Til Medîq, Semûqa û Bendava Şehbayê jî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Back to top button