Seroka Taywanê bi Nûnerê Meclisa Amerîkayê re civiya

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen bi Nûnerê Meclisa Amerîkayê Kevin McCarthy re civiya.
Çênê bi cihkirina keştiya şer li nêzî Taywanê helwesta xwe diyar kir.

Komara Gel a Çînê bertekên tund nîşanî hevdîtina Serokê Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kevin McCarthy bi Seroka Taywanê Tsai Ing-wen a li Los Angelesê da.

Pekînê, Amerîka û Taywanê hişyarkirin ku ti danûstandin navbera aliyan de pêk neyê.

Hemwextî vê keştiya balafiran li başûrê rojhilatê giravê bi cih kir.

Ev yek jî doh piştî McCarthy û Tsai ragihandin ku wê bicivin pêk hat.

Seroka Taywanê Tsai piştî hevdîtina bi McCarthy re spasiya Amerîkayê kir û got,

“Hebûn û piştgiriya we ya bênavber nîşanî gelê Taywanê dide ku ew ne bi tenê ne.”

Çînê keştiya şer li nêzî Taywanê bicih kir

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku Pekînê ji derveyî keştiya balafiran a mijara gotinê 3 keştiyên din ên şer şandine ava navbera Çîn û Taywanê.

Wezaretê daxuyakirin ku helîkopterên dijî keştiyên noqîvan ên Çînê jî herêma parastina hewayî ya Taywanê binpê kirine.

Ji bilî van tê gotin, Pekînê dewriyeyên ewlekariya peravê ji asayî derxistiye û Taywan jî vê yekê şermezar kiriye.

Keştiya balafirên şer hîna li cihê xwe ye

Li ser tevgerên Çînê Taywan ketiye asta herî bilind a alarmê.

Wezîrê Parastinê yê Taywanê Chiu Kuo-cheng got;

Şandina keştiya balafirên şer Shandong ê ku yek ji 2 keştiyên Çînê yên şere astarewşa heyî nîşan dide.

Eger keştiya balafiran ji benderê derkeve, di şert û mercên asayî de divê balafir dakevin û rabin.

Me hîn tevgerek wiha nedîtiye, lê em çavdêriya wê didomînin.

Em vê yekê paşguh nakin.”

Taywan: Em ê tevdîrên pêwist bigrin

Pekînê beriya serdana Tsai Ing-wen ya bo hinek welatên Amerîkaya Latîn ew hişyarkiribû ku bi Rêveberên DYA re necive.

Niha jî çavê cîhanê li ser Çînê ye.

Her tevgereke wî bi baldarî tê şopandin.

Taywan jî dibêje ew ê tevdîrên pêwist bigrin.

Back to top button