Ji bo vekirina balyozxaneyan Îran û Siûdiyê li hev kir

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Erebîstana Siûdî li paytexta Çînê Pekînê civiyan.
Wezîran li ser jinûve vekirina balyozxaneyan, xurtkirina têkiliyan û hevkariya dualî li hev kir.

Îro Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahyan bi hempîşeyê xwe yê Erebistana Siûdiyê Feysel Bin Ferhan re li paytexta Çînê Pekînê civiya.

Danûstandinên her du aliyan bi îmzekirina daxuyaniyeke hevpar ji bo berfirehkirina têkiliyan û hevkariya dualî bi encam bû.

Li gorî daxuyaniya hevpar ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê belav kiriye, di danûstandinan de îşaret bi girîngiya pêkanîn û aktîfkirina Peymana Pekînê hat kirin.

Her du aliyan diyar kir ku ew ê rêbazên xurtkirina têkiliyên dualî, aktîfkirina lihevkirina hevkariya ewlehiyê ku 17`ê Nîsana 2001`an hatibû îmzekirin û lihevkirina giştî ya hevkariya di warê aborî, bazirganî, berhemanîn, teknîk, zanist, çand, werzîş û ciwanan de nîqaş bikin.

Di heman demê de li ser jinûve vekirina nûneriyan di dema diyarkirî de, girtina tedbîran ji bo vekirina balyozxaneyên her du welatan li Tehran û Riyadê û balyozxaneyan li Cede û Meşhedê, li hev kirin.

Her wiha li ser dewamkirina hevkariya her du welatan û jinûve destpêkirina rêwîtiyên hewayî, serdanên şandeyên fermî û hin detayên din li hev kir.

Siûdiyê û Îranê bi navbeynkariya Çînê li ser vegerandina têkiliyên dîplomatîk ku bêtirî 7 sal e qut in, li hev kir.

Her du welatan tevî Çînê di 10’ê Adarê de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibû ku lihevkirin dê di nava 60 rojî de pêk were.

Ew daxuyanî piştî gerên danûstandinan ên li Bexda û Mesqetê hatin dayîn.

Back to top button