Karwanekî alîkariyê yê Heyva Sor a Kurdistanê derbasî Şehbayê bû

Piştî 15 rojan karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a kurdistanê li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê hat seknandin, îro gihaşt Şehbayê.
Her weha karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû.
Pêngava komkirina alîkariyan a “Bi hev re ji bo mirovahiyê” bi dawî bû.

Piştî erdheja 6’ê Sibatê rû da, ji bo destekdayîn û alîkariya gelê mixdur, gelek alî ketin nava tevgerê.

Rêveberiya xwerser jî, bi hemû hêza xwe kete nava tevgerê, li bajaran kampaniya dan destpêkirin û karawanên alîkariyê ber bi herêmên ku zirar dîtine şand.

Herî dawî piştî 15 rojan li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê hat rawestandin, îro karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a kurdistanê, gihaşt destê Hevya Sor a Kurd li Şehbayê.

Karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a Kurdistanê ji 3 kamyonan pêk tê.

Kamyonên alîkariyê derman, pêdiviyên tibî û alîkariyên sereke ne.

Alîkarî dê li 3 hezar malbatên ku ji Helebê koçberî şehbayê bûne, were belavkirin.

Karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûdê bû

Li aliyê din ji roja destpêkê a erdhejê heta niha 19 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn.

Îro karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî ku ji 5 kamyonan pêk dihat derbasî herdu taxan bû.

Karwanê alîkariyan di benda kontrolê ya Eward re derbasî taxa Şêxmeqsûd bû.

Di kamyonên alîkariyê de pêdiviyên sereke yên mexdûrên erdhejê hene.

Li gorî Komîteya Alîkariya ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, biryar e sibe 2 kamyonên dawî yên alîkariyê bigihêjin.

Komîteya Xêrxwaziyê berê ragihandibû ku ew bi hevkariya komînan kar dike û dê lîsteyên mexdûrên erdhejê amade bike û li gorî pêwîstiyê, alîkariyan belav bike.

Pêngava komkirina alîkariyan a Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Her wiha, pêngava “bi hev re ji bo mirovahiyê” ku Rêveberîya Xweser a herêma Cizîrê 9’ê sibatê dabû destpêkirin, bi dawî bû.

Rêveberiyê ragihand ku bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêma Cizîrê, 10 kamyon ku 100 pêdiviyên jiyanê, derman û şîrê zarokan dihewîne, hatine komkirin.

Li gorî wê, ev alîkarî ji bo herêmên Sûrîyê ku di erdhejê de ziyan dîtine, rêkirin..

Her weha ev demeke bû ji bo komkirina alîkariyan gelên bakur û rojhilatê Sûriyê di çarçoveya kampniya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” di nava tevgerê de bû û alîkarî kom dikirin.

Herî dawî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bi-dawîkirina pêngava “Bi hev re ji bo mirovahiyê” ragihand.

Back to top button