Li gundewarê Heleb û Idlibê, di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk de, 3 leşkerên hikumta Şamê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku duh di êrîşên çeteyên Tirkiyê li eniya Mihwer EL-Foj 46 46 li Rojavayê Heleb û li eniyên bajarokê Me’r Şorçn li gundewarên Bakurê Idlibê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û jimarek birîndar bû.
Çavdêriyê her wiha ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi giranî êrîşî nuqteyên çeteyan li gundê Serce li Cebel El-Zawiyê û gundê Benîn û Mentef li Başûrê Idlibê kirin.