Di êrîşeke Artêşa Somalyayê de, 17 çeteyên Herket El-Şebab hatin kuştin.
Fermandarê hêza El-Liwa 27 Mihemed Mehmûd Terîdîşû ragihand ku di êrîşeke artêşa Somalî li ser navenda Herket El-Şebab a li bajarê Pola Bertî a parêzgeha Heyran de, 17 çete hatin kuştin.
Terîdîşû diyar kir jî ku di nava van çeteyan de, 3 serçete hebûn û ti zirarên madî û canî negihiştin hêzên wan.
Ev demek e, Artêşa Somalî asta êrîşên xwe ên li dijî çeteyên Hereket El-Şebab zêde kiriye û beriya niha jî di êrîşeke xwe de, 19 çete kuştibûn.