Li Viyana ji bo vegera li peymana nûkleerî ya Îranê civîn pêk tên

Piştî danustandin û daxwaza welatên Ewropa, di navbera Waşîngton û Tahranê de ji bo vegera li bernameya Peymana Nûkleerî ya Îranê civîn pêk tên. Paytexta Awusturalya Viyana jî malovaniya civînan dike.

Civîn wê bi awaykî cuda bi nûnerên DYA û Îranê re pêk were.

Di civîna ku wê nûnerên Almanya, Îngilistan, Fransa, Çîn, Rûsya û Îranê amade bin, wê ji aliyê Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekarî û karê Derve yê YE Enrique Mora ve were rêvebirin.

Di civînê de wê Mora bi nûnerên herdû aliyan re bicive.

Armanca sereke ya civînê vegera DYA li peymana nûkleerî ku 2018’an bi awaykî yekalî jê derketibû.

Her wiha ev yek aloziya navbera aliyan nebe sedema ku karsaz jê bandor bibin.

Back to top button