Cezayên DYA yên li dijî Tirkiyê ku di çarçoveya CAATSA de dikevin meryetê

Ji ber pergala parastina hewayî ya S-400 a ku dewleta Tirk ji Rûsyayê kirîbû, DYA cezayên ku li dijî Tirkiyê birî dixe meryetê. Ev pêkanîn sibe wê têkeve meriyetê.

Wezareta Karê Derve ya DYA diyar kir ku di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Rêya Pêkanînan a li dijî Neyarên DYA (CAATSA) de wê pêkanînên li ser Tirkiyê 7’ê Nîsanê destpêkirin.

Di çarçoveya qanûnê de derbarê Serokatiya Pişesaziya Parastinê ya Tirkiyê, serokê wê Îsmaîl Demîr û sê rayedarên wê biryara pêkanînan hatibû dayîn.

Di vê çarçoveyê de wê derbarê;

Alîkarê Serokê Pişesaziya Parastinê ya Tirkiyê Farûk Yîgît,

Rêveberê Koma Serokatiya Daîreya Parastina Hewayî û Fezayê ya Serokatiya Pişesaziya Parastinê ya Tirkiyê Mûstafa Alper

û Serokê Daîreya Parastin û Fezayê ya Hewayî Serhat Gençoglû pêkanîn were kirin.

Li gorî pêkanînan wê hinardeyên Serokatiya Pişesaziya Parastinê ya Tirkiyê ya ji bo Amerîkayê were qedexekirin.

Her wiha hesabên Demîr û yê sê xebatkaran were sekinandin û vîzeya wan jî were sînordarkirin.

Biryara van pêkanînan Kanûna 2020’an hatibû dayîn.

Back to top button