Lîderên YE li gel Erdogan civiyan

Bi armanca kêmkirina alozî û avakirina ajandeyên erênî lîderên Ewropa li Enqere bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re civiyan.

Ji bo hevdîtinê Serokê Konseya Ewropa Charles Michel û Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen gihiştin Enqerê.

Lider li gel Erdogan civiyan.

Charles Michel li ser hesabê xwe yê tiwetterê peyamek weşand û got:

Li ser siberoja têkiliyên Ewropa û Tirkiyê wê Ursula von der Leyen bi Erdogan re dest bi danûstandinan bike.

Danûstandin bi armanca avakirina ajandeyên erênî û kêmkirina aloziyê ye.

Di civînê de wê li ser mijarên nûjenkirina sendîkeya gumrukê û nûkirina peymana koçkirinê ya 25 Adarê ji aliyê Konseya Ewropayê ve hat ragihandin, daneyên şenber bên bikaranîn.

Serokê Konseya Ewropa Michel diyar kir ku metirsiyên binpêkirina mafên mirov û demokrasiyê li Tirkiyê zêde dibin, bi taybet piştî rakirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan HDP ê û birayara vekişîna ji hevpeymana Stenbolê.

Endamên PE têkildarî Erdogan name jî lîderên Ewropa re şandin

Di vê navberê de, Komeke parlamenterên PE’yê têkildarî Erdogan name ji lîderên Ewropa re şandin.

Di nameya ku ji Mîchel û Leyen re hatî şandin de, parlamenteran fikarên xwe yên li ser rejîma Erdogan vegotin.

Back to top button