Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), ragihand ku meha Adarê de li Tirkiyê rojanmegerek hatiye kuştin, 6 hatin binçavkirin û ceza li 11 rojnamegeran hatiye birîn.
Komeleyê rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran” a meha adarê aşkere kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku meha adarê ji ber hedefnîşandina rojnamegeran azadiya çapameniyê li paş ma.
Hate diyar kirin ku armanca bingehîn a hedefnîşandina rojnamegeran girtina çav û guhê gel e û nixumandiya rastiyê ye.
Di raporê de hat xwestin ku hemû rojnamegerên girtî bên berdan û zextên li ser rojnamegeran bên bidawîkirin.
Li gorî raporê, tevî kuştin û û binçavkirina rojnamegeran dozên 106 rojnamegeran jî didomin.