Şervanê QSD’ê: Em soza xwe nû dikin, em ê Serê Kaniyê ji dagirkeran re nehêlin

Hîna li ser Soza xwe ne, ew Şervanên QSD’ê yên tev li berxwedana Rûmetê bûne.
Şervanên QSD’ê ku tev li berxwedana Serêkaniyê bûne, soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê heta nefesa dawî û rizgarkirina bajarê xwe da.

Di salvegera yekemîn a dagirkirinê de şervanên ku tev li berxwedanê bûne soza rizgarkirinê da.

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê, şervanên QSD’ê behsa berxwedana ku hatiye meşandin kirin.

Şervanê QSD’ê Demhat Serêkaniyê, dibêje piştî berxwedaneke mezin, ji ber lihevkirinên ku çêbûne şervan ji bajêr vekişiyan.

Demhat destnîşan kir ku ew li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û hîn li ser soza rizgarkirina Serê kaniyê ne.

Şervanê QSD’ê Goran Weşokanî jî diyar kir ku Serê Kaniyê bajarê aştî û ewlehiyê bû, lê dewleta tirk û çeteyên xwe, bajar dagir kir, wêran kir.

Goran Weşokanî diyar kir ku ew xwîna şehîdan û çekên ku hildane, li erdê nahêlin û dê bi ser bikevin.

Back to top button