“Nebin amûr di destê dijmin de û vegerin warê xwe”

Ne tenê ev malbat hin malbatên din jî ku zarokên wan di nava vê komê de ne, bang kirin û gotin vegerin ser xaka xwe û xizmetê ji dagirkeran û hevkarên wan re nekin.

Li dijî kiryar û sûcên çekdarên Roj ên ku tev li êrişên li dijî gerîla dibin û dibin amûr di destê dewleta Tirk de, malbat helwestên xwe diyar dikin..

Malbatên wan bi awayekî eşkere dibêjin: nebin amûrê destê dijmin û vegerin cih û warê xwe..

Felemez Ebdo: Divê bi dijmin re hevkariyê nekin

Felemez Ebdo, bavê endamekî çekdarên roje ê bi navê Aram e û derbarê tevlibûna kurê xwe de van yekan tîne ziman:

” Dest pêkê de em bi wan xapiyan. Divê em bi dijmin re hevkariyê nekin û gorên xwe bi destên xwe nekolin. Ez vê bangê li wan dikim”

Ebdulsetar Osê: Ew hîn zarok bû û tev li wan bû

Ebdulsetar Osê yê ji gundê Xezna ye, biraziyê wî yê bi navê Seyfedîn sala 2016`an tevlî nava çekdarên Roj bûye.

Ebdûlsetar dibeje ku dema biraziyê wî tevlî vê komê bû, temenê wî kêmî 18 salî bû:

Ebdulhemîd Mihemed: Divê nebin amûrê destê dijmin

Ebdulhemîd Mihemed jî, kurê wî bi navê Mihemed ev çend sal in tevlî nava vê koma bi navê Roj bûye..

Ebdulhemîd vê şîretê li kesên di nava koma roj de dike:

Ebdulbaqî Hisên: Bila tev li şerê birakujî nebin

Her wiha Ebdulbaqî Hec Hisên, kurê wî yê bi navê Muntesir di nava koma bi navê roj de ye..

Ebdulbaqî vê bangê li kesên nava komê de dike:

Mihemed Hisên: Bila vegerin malên xwe û welatê xwe biparêzin

Mihemed Hac Hisên ku kurên wî Malik û Zana ji dema damezrandinê ve tevlî nava çekdarên Roj bûne

Hac Hisên tîne ziman ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û ne tenê dijminê partiyekê ye û ew hêvî dike ku Pêşmergeyên Roj vegerin malê xwe û axa welatê xwe biparêzin û ji dagirkeriya dewleta Tirk dûr bisekinin.

Back to top button