Efrîn..Çeteyan li gundê Kefir Sefrê 3 hezar û 500 darên zeytûnê desteser kirin

Çeteyên Semirqend ên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Kefir Sefrê yê navçeya Cindirêsê bi cih bûne, 3 hezar û 500 darên zeytûnê yên şêniyên gund desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, çeteyên Semirqend ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3 hezar û 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Kefir Sefrê desteser kirin.

Ji wan 2 hezar dar ên Henan Mihemed Birîm , 700 dar ên Muchim Hac Ebdo û 800 dar ên Reşîd Îbiş in.

Heman çavkanî destnîşan kir ku piştî çeteyên Semirqend 100 darên zeytûnê yên Reşîd Îbiş qut kirin, Îbiş jiyana xwe ji dest da.

Back to top button