Salvegera 32. a Raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Baas

Beriya niha bi 32 salan gelê başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baas raperînek dan despêkirin û encamên girîng bidest xistin.
Di merasîma salvegerê de, Serokê YNK’ê Talebanî banga yekîtiya netewî kir.

Ji berî 32 salan, di 5’ê Adara 1991’an de yekem çiruska Raperîna gelê başûrê Kurdistanê li Ranyayê destpê kir.

Raperîna gel piştre li tevayî bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Di encama raperîna gel de, 7’ê Adarê bajarê Silêmaniyê ji destê rejîma Baas hate rizgarkirin.

21’ê Adara heman salê jî bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê serhildan gihişt encamê.

Îro li Ranyayê bi boneya 32’emîn salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê merasîmek girseyî hat lidarxisitn.

Talebanî banga yekitiya netewî li aliyan kir

Di merasîmê de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî axivî.

Bafil Talebanî îşaret girîngiya Raperînê ya ji bo gelê kurd kir û wiha got:

“Ev bû destpêka azadiya gelê Kurd û Kurdistanê.”

Talebanî di nava axaftinê xwe de bal kişand li ser giringiya yekitiya netewî.

Talebanî bang li aliyên siyasî yên Kurd kir û ev tişt anî ziman:

“Werin em îro bikin derfetek û destê aştiyê ji bo hizban dirêj bikîn.

Em naxwazîn Herêma Kurdistan du parçe be.”

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku nakokî û berjiwendiyên xwe bide aliyekê û bihevre rûnin.

“Desthilatiya Hizbayetî welat wêran kiriye”

Li aliyê din, bi rast hatina salvegera raperînê re, welatiyên Başûrê Kurdistanê ji rewşa heyî bi fikarin.

5 sanî axaftina wî bila weke beta derkeve

Pêşmergeyê Dêrîn Kameran Elî yê ji Derbendîxan a Silêmaniyê destnîşan kir piştî Raperînê, desthilat ti derfetek baş ji bo jiyana welat ava nekir û got:

“Rewşa niha ne li gorî armancê xeyalên şehidan e.

Desthilatiya hizbayetî ev welat wêrankiriye û armancan dikin qûrbanê berjewendiyên hizban.”

“Ez pir xemgînim ku têkoşîna me kirî bê encam maye”

Welatiyên Silêmaniyê jî bi xemgînî qala encamên Raperînê kirin.

Ji pêşmergeyê Dêrîn Cemal Çawşîn ku beriya 32 salan bi xwe di nava Raperînê de cih girtibû wiha axivî:

“Raperîn ji bo wê yekê bû ku gelê Kurd bi xwe, xwe rêve bibe.

Ger ku niha armancên Raperînê nehatibin bi destxistin, ew kesên gendelîkar nehiştine.

Cemal Çavşîn daxwaz kir ku nifşê niha têkoşînê bike û got,

“Ez pir xemgînim ku têkoşîna me kirî bê encam maye.”

Back to top button