Di nava Azarî û Ermenîstanê de şer derket: Kuştî û birîndar hene

Ji bo Qerebaxê careke din şer derket.
Di navbera artêşa Azerbeycan û Ermenîstanê de li herêma Qerebaxê şer derket, ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê îdia kir ku hêzên Ermenî ji bo herêmê sewqiyateke zêde ya leşkerî li herêmê kirin.

Piştî hêzên wan berê xwe dane herêmên Xankendî-Xalfelî-Turşsu şer derketiye.

Di şerê li herêmê pêk hat de, ji herdu aliyan kuştî û birîndar çûbûn.

Wezaretê derbarê kuştiyên aliyê Azerbaycanê de agahî parve nekir.

Çapemeniya Ermen: 3 polîsên Ermen hatine kuştin

Li aliyê din di çapemeniya Ermenîstanê de nûçe hatin weşandin ku di şer de 3 polîsên Ermenî hatin kuştin.

Ji salên 90’î ve li ser herêma Qerebax a Çiyayî di navbera herdu aliyan de alozî heye.

Her çendî dem dem agirbest pêk hatibe jî lê heta îro Bakû û Êrîvanê li ser herêmê li hev nekirine.

Back to top button