Dayikên di Nobetê de: Em dixwazin agahî ji birêz Ocalan bigirin

Dayikên ku çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê didomînin gotin:
“Em dixwazin agahî ji Birêz Ocalan bigrin.
Hemû kesên ku mirovahiyê diparêzin divê li dijî vê tecrîdê derkevin.”
Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîrê jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got:
“Emê xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin, ji ber ku daxwazên girtiyan daxwazên me ne.”

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku li Zîndanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêk tê di roja 71’an de didome.

Li Amedê nobeta Edaletê ya malbatê girtiyan ku di 4’ê Kanûna 2023’yan hatiye destpêkirin jî di roja 64’an de berdewam dike.

Yek ji Rêvebera DBP’ê yê Amedê Muşeher Ulker ku bi dayikan re nobetê digire têkildarî çalakiyê axivî û got:

“Em dixwazin agahî ji Birêz Ocalan bigrin.

Hemû kesên ku mirovahiyê diparêzin divê li dijî vê tecrîdê derkevin.”

Muşeher Ulker: Meşa Azadiyê meşa edaletê û aştiyê ye

Muşeher behsa girîngiya Meşa Azadiyê ya ku di 1’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê destpêkiriye kir û got:

“Ev meş meşa mirovahiyê ye, meşa edaletê û aştiyê ye.

Em di wê baweriyê de ne ku wê meş bi ser bikeve.”

Bang ji bo dayikên girtiyan: Tecrîd bandorê li her kesî dike

Dayika Mahsûn Sarûhan ê girtî, Sulhiye Sarûhan jî anî ziman ku eger tecrîda li Îmraliyê rabe wê zexta li ser civakê jî rabe û wiha domand:

“Tecrîd bandorê li her kesî dike.

Tişta ku em dayik dixwazin aştî û edalet e.

Eger em îro li dijî tecrîdê dengê xwe dernexin, sibe em ê nikaribin li rûyê zarokên xwe binêrin.”

Hevseroka MATUHAYDER ‘ê Dîlek Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê-MATUHAYDER Dîlek Sonmez Demîrê jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got:

“Emê xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin, ji ber ku daxwazên girtiyan daxwazên me ne.

Heta ev daxwaz pêk neyên wê çalakiyên me bidomin.

Eger azadiya Rêber Apo pêk were, wê hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn.”

71 rojin çalakiya Greva Birçîbûnê ya girtiyan didome

Back to top button