Antony Blinken serdana Erebistana Siûdî û Misrê kir

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Erebistana Siûdî û Misrê kir.
Mijarê serekê yê serdanê tê diyarkirin ku berdana dîlên di destê Hemasê de û agirbesta ji bo Xezayê ye.
Li aliyê din Antony Blinken tura xwe yê li Rojhilata Navîn serdana Qeter û Îsraîlê jî bike.

Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Riyadê li hev civiyan.

Di hevdîtinê de têkîlî û hevkariyên her du welatan, rewşa li heremê, ewlehî hatine destgirtin.

Blinken di wan hevdîtinan de armanc dike ku dîlên di destê Hemasê de ji bo serbest werin berdan li hevhatinên dîplomatîk pêk bîne.

Piştî serdana Erebistana Siûdî Blinken berê xwe da Misirê û Serokkomarê Misrê Abdulfettah El Sisi re civiya.

Heman awayî di serdanê de tê texmînkirin rojevên navborî hatine nîqaşkirin.

Blinken wê serdana Qeter û Îsraîlê jî bike

Tê plankirin ku Blinken biçe Qeterê, ku piştî Misrê duyemîn welat e ku di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkariyê dike.

Blinken tura xwe yê Rojhilata Navîn li Îsraîl û Şerîa Rojava bi dawî bike

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê berê serdanan dabû, wê têkilî û danûstandinên Rojhilata Navîn heta 8’ê Sibatê dewam bikin.

Blinken dest bi tura 5. a Rojhilata Navîn kir

Back to top button