Li Cîhanê hejmara mirovên birçî gelekî zêde bûye

Saziya bi navê Krîzên Xurekê yên Global (GRFC) rêjeyekê li ser xîzanî û birçîbûnê parve kir.
Li gorî rapora saziyê rêjeya mirovên di asteke metirsîdar de birçî ne, di sala 2022’an de gihîşt 258 milyon kesî.

Di rapora saziyê de hate ragihandin ku sala 2022’an Somalî, Efganistan, Bûrkîna Faso, Haîtî, Nîjerya, Sûdan a Başûr û Yemen di asta pêncemîn de bûn, ku asta herî nebaş a birçîbûnê ye.

Hate ragihandin ku 35 milyon mirov jî di asta çaremîn de birçî man.

Di sala 2023’an de li cîhanê birçîbûn zêdetir bû

Di sala 2023’an de jî hejmara mirovên birçî man gihîşt 345 milyon kesî.

Ev hejmar hejmara herî bilind a heta niha ye.

Di rapora destpêkê ya GRFC de ku sala 2016’an hate weşandin ev hejmar 105 milyon kes bû.

Di raporê de krîzên aboriyê, şer û guhertina avhewayê weke sedemên sereke yên nebûna xurekê û birçîbûnê hatin destnîşankirin.

GRFC bang li civaka navneteweyî kir ku di vê mijarê de tedbîran werbigire.

Back to top button