Desteya Serokeşîrên Şengalê: PDK Tehsîn Beg li dijî Şengalê bi kar tîne

Desteya serokeşîrên Şengalê li ser planên PDK’ê ku dixwaze li Şengalê pêk bîne daxuyaniyek da.
Destê diyar kir ku PDK’ê mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo berjewendiyên xwe li dijî Şengalê bi kar tîne

Desteya Serokeşîrên Şengalê li ser pîlanên vê dawiyê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda Şengalê ji aliyê Dexîl Mirad ve hate dayin.

Derbarê planên PDK’ê li ser Şengalê de Dexîl Mirad ev tişt anî ziman:

“Di demên dawî de ji bo li Şengalê tevliheviyê derbixin, dest bi planên fitneyê di nava pêkhateyên Şengalê de kirine.

Xwestin jiyana hevbeş a li Şengalê belav bikin, lê her kesek rastiya civaka Êzidî dizane ku em ne li dijî ti olekê ne.”

Desteya Serokeşîrên Şengalê diyarkir ku PDK’ê Tehsîn Begê xistiye dewrê da ku planên wan eşkere nebin û wiha got:

“Hazim Tehsîn Beg ku wek mîr destnîşan kirine, xistin dewrê û bi gotinên ne rast serdana serokwezîr asteng kirin.

Em bang li Hazim Tehsîn Beg dikin êdî bi navê gelê me û civaka Êzidî ne axive

ji ber ku Hazim êdî wek mîr di nava me de nayê qebûlkirin û li gor berjewendiyên hin aliyên siyasî tevdigere.”

Back to top button