Rêxistina Efûyê: Di salekî de li 20 welatan 900 kes hatin darvekirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporê xwe yê salane eşkere kir.
Di raporê de hate diyar kirin ku di sala 2022’an de li 20 welatan nêzî 900 kes hatine darvekirin.

Rêxistina Efûyê da xuyakirin di sala 2022’an de li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin.

Li gorî sala borî ji sedî 53 zêde bûye.

Di raporê de hate eşkerekirin ku di sala 2021’an de hejmara darvekirinê 520 bû û di sala 2022’an de jî bûye 825.

Taybejî bilindûna rêjeyê de bandora darvekirinê li Îranê heye.

Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de ji 314 bû û ev hejmar di sala 2022’an de jî bûye 576.

Li gorî raporê Siûdî Erebistanê di rojekê de 81 kes dar ve kiriye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku darvekirinên li dinyayê zêdetir e û got:

“Li Çînê hejmara kesên hatine darvekirin heye lê jimara wî nayê zanîne.”

Di raporê de derveyî Îran û Erebîstana Siûdî, li welatên weke

Di raporê de hate diyarkirin li Qazaxistan , Papûa Gîneya Nû, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin

Back to top button