Li Burkîna Faso êriş: 53 Hêzên ewlekariyê hatine kuştin

Li Burkîna Fasoyê di êrîşa komeke tundraw de, 53 hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
Piştî êrişê hêzên leşkerî li herêmê dest bi oparasyoneke befireh kir.
Bloka ECOWAS’ê êriş bi tundî şermezar kir.

Li bakurê Burkîna Fasoyê di êrîşa komeke serhildayan de 53 hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

Sererkaniyê da zanîn ku 17 leşker û 36 sivîlên dilxwaz ên artêşê di dema bersivdayîna êrîşê de hatine kuştin.

Nêzî 30 kes jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di operasyona artêşê ya piştî êrîşê da destpêkirin de, gelek êrîşkar hatin kuştin û çekên wan jî hatin bêbandorkirin.

Hat ragihandin ku operasyonên li herêmê hê jî dewam dikin.

Yekîneya ku navenda wê li bajarokê Koumbri li parêzgeha Yatenga ye, bêtirî du sal berê hat bicihkirin.

Ev yek jî bi armanca bicihkirina welatiyên ku komên tundraw ew bizorê ji herêmê derxistîbûn de pêk hatibû.

Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) êrîş şermezar kir.

Bloka Rojavayê Afrîkayê “êrîşên terorîstî” şermezar kir û diyar kir ku ew mirina leşker û dilxwazên sivîl xemgîn bûne.

Blokê din hevgirtina xwe a bi gelê Burkîna Faso re nîşan da.

Ji ber lewaziya hikumetê ya derbarê şerê bi komên tundraw re, par li welat 2 darbe pêk hatin.

Piştî darbeyê Burkîna Faso ji ECOWAS’ê hate derxistin.

Krîza li Burkina Faso

Li gorî saziya sivîl ACLED ku ji 2015’an ve li Burkîna Fasoyê, di êrîşan de bêtirî 16 hezar sivîl, leşker û polîs mirine.

Ji destpêka salê ve ev jimar bêtirî 5 hezarî ye.

Zêdetirî du mîlyon mirov ji ber tundûtûjiyê li welat koçber bûne.

Di 26’ê Hezîranê de, sê êrîşan li parêzgeha Navend-Bakur pêk hatin ku 71 kes hatin kuştin.

Di Tebaxê de, pênc polîs û nêzîkî 20 kes di du êrîşan de, hatin kuştin.

Li Burkîna Faso rêveberiya piştî derbeyê

Îbrahîm Traore yê Îlona 2022’an di 34 saliya xwe de li welat darbe pêkaniyî, soz dabû ku bi hilbijartinên serokomariyê yên heta Tîrmeha 2024’an welat vegere demokrasiyê.

Hêzên Fransî yên ku alîkariya artêşa Burkîna Faso dikin di meha Çile de welat terikandibûn.

Traore hefteya borî bi şandeke Rûsî re li ser hevkarîya geşepêdan û leşkerî hevdîtin pêk anîbû.

Back to top button