Li Tirkiyê lehî: Li Stenbol û Kiriklareliyê 7 kes mirin

Li Tirkiye, Yewnanistan, Bûlgaristan û Brezîlyayê ji ber barana zêde lehî rabû.
Ji ber lehiyê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke mezin pêk hat.

Barana li rojavayê Tirkiyeyê li Stenbolê bû sedema lehiyê.

Walîtiya Stenbolê diyar kir ku li Başakşehîr û Kuçukçekmeceyê 7 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî walîtiyê li Stenbolê av li hezaran mal û kargehan qewimî.

Wezîrê Karê Hundirîn yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî diyar kir ku li kampeke li Kirklareliyê ya li ser sînorê Bûlgaristanê ye 4 kes winda bûne.

Li Yewnanîstanê piştî şewatên dijwar, baran û lehî

Li Yewnanistanê polîsan bajarê Volos, herêma Pîlîon a çiyayî û girava Skîathosê li çûn û hatinê qedexe kir.

Ji ber barana zêde li Volosê kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî winda bûn.

Tê texmînkirin ku kesên winda bûn li ber avê ketine.

Li herêma Pîlîonê jî çem fûriya û gelek wesayit li ber avê ketin.

Her wiha pireke biçûk jî xera bû, gelek herêm bê elektrîk man.

Li Yewnanistanê bager piştî şewata daristanan a bi hefteyan rû da.

Ji ber şewatê bêtirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Bûlgaristanê lehî: 2 Kes mirin

Li Bûlgaristanê jî Serokwezîr Nîkolay Denkov ragihand ku li peravê başûr ê Derya Reş ji ber bahozê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, sê kes jî winda bûn.

Her wiha çemê ku fûriyan, xisareke cidî dan rê û piran.

Li herêmê her wiha elektrîk jî qut bûye.

Li Brezîlyayê bager: 21 Kes mirin

Li Brezîlyayê jî baranek dijwar bariya.

Waliyê Eyaleta Rîo Grande do Sûl, Edûardo Leîte di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji ber bagerê 21 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Leîte got, bi dehan agirkuj hatine seferberkirin û “zêdeyî sed kes” hatine rizgarkirin.

Ji ber tundiya avê hinek rê bi temamî hatine girtin û ji bo rizgarkirina kesên asê mane helîkopter hatin bikaranîn.

Li gorî agahiyên ku rayedarên herêmî dane, li nêzî 60 bajarokan bêtirî 50 hezar kes bandor bûn û ji van herî kêm 3 hezar û 700 kes neçar man ku malên xwe bi terikînin.

Serokomarê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva anî ziman ku ew bi mexdûran re di nava piştevaniyê de ne û got;

Em amade ne alîkariyê bidin hikumeta federal a Rîo Grande do Sûlê.

Ji nifûsa 203 milyonî ya Brezîlyayê, nêzî 9,5 milyon li herêmên ku rîska lehî û şemitîna axê lê dijî ne.

Back to top button