HPG’ê bersiva îdayên Wezareta Şer û derewan ya dewleta Tirk da

HPG’ê bersiv da îdia û şerê taybet yê dewleta Tirk a dagirker ku dibêje fedaiyên çalakiya li Enqerê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine.
HPG diyar kir ku dewleta tirk bi van derewan hewl dide zemînê ji komkujiyan re amade bike û li hemberî vê yekê banga hişyariyê li gel û raya giştî kir.

Dewleta Tirk a qirker çalakiya fedayî a li Enqereyê ji xwe re kir hêcet û êrişên li dijî gelê Kurd berfireh kir.

Dewleta Tirk a qirker îdia kir ku kesên çalakî pêkanîne ji herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê derbas bûne.

Piştî vê hêcetê êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê zêdetir kir.

Dagirkeriya Tirk îro bi awayekî dermirovî gelek binesaziyên jiyanî yên li herêmê hedef girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bersiva îdiayên dewleta Tirk a qirker da.

HPG: Daxuyaniyên dewleta Tirk ji bo hincetê ji êrişê re ne

HPG’ê diyar kir daxuyaniya wezareta şer a Tirk hewldanên ji bo berevajîkirina rastiyê ye û wiha got:

Ji aliyekî ve bi gotina ‘li dijî hucreyên razayî operasyonê dikim’ li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî gelê Kurd dest bi pêla girtinê kir.

Li aliyê din jî bi derewa ‘fedaiyên ku çalakiya Enqereyê kirin, li Bakurê Sûriyê perwerde dîtin û ji wir hatin’, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin hedef.

Bêguman ev daxuyanî ji bo hincetê ji êrîşê re amade bike, hatin dayîn.

HPG: Ji endamên me kesekî ji Bakur Rojhilatê Sûriyê neçûye Enqereyê

HPG carek din da zanîn ku ji endamên Tabûra Nemiran kesekî ji Bakur Rojhilatê Sûriyê neçûye Enqereyê û got:

Di heman demê de hevrêyên me yên leheng ên çalakî kirin bi ti awayî têkiliya xwe bi kesekî siyaseta qanûnî re dimeşîne nîne.

HPG: Bi derewan dixwaze zemînê ji komkujiyan re amade bike

HPG’ê anî ziman dewleta Tirk hewl dide derb û êşa ku ji vê çalakiya dîrokî xwariye bi êrîşan ji ser xwe biavêje û wiha dewam kir:

Bi van derewan hewl dide ku zemînê ji komkujiyan re amade bike.

Rêveberên dewleta Tirk mîna nexweşiyeke derûnî hewl dide PKK û YPG’ê bi hev ve girê bide ku ev yek dereweke mezin e.

Li dijî şerê taybet HPG’ê banga hişyariyê her kesî kir

Li hemberî şerê taybet yê dewleta Tirk HPG’ê banga hişyariyê li gel û raya giştî kir û got:

Divê tu kes guh nedin van daxuyaniyên derewîn ên ku xwe naspêrin ti belgeyê.

HPG: Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin

Her wiha HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê jî ev agahî parve kir;

4’ê Cotmehê li herêma rojavayê Zapê 2 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin.

Qadên berxwedanê jî 13 caran bi balafirên şer û gelek caran bi topan hatin bombekirin.

HPG: Ti têkiliya çalakiya Enqerê bi Bakur û Rojhilatê Sûrî nîne

Back to top button