Asayîşê bi daxuyaniyekê encamên êrişan eşkere kir

Hêzên Asayîşê têkildarî encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker agahî parve kir.
Asayîşê ragihand ku dewleta Tirk 15 êrişên hewayî pêk anîn.
Di encamê de 2 welatî û 6 endamên wan şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û encamên wê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 15 caran êrişên hewayî pêk anîn, di van êrişan de gelek navendên xizmetguzariyê, binesaziya herêmê, stasyonên petrolê, û qadên sivîlan hatin bombebarankirin.

Asayîşê derbarê encamên êrişan de ev agahî parve kir;

  • Li dora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li Hesekê 2 êrişên hewayî hatin krin.
  • Kargehek li gundê Mişêrfê Himê yê li Hesekê hat bombekirin, 3 sivîl birîndar bûn.
  • Derdora bendava Çilaxa ya li bakurê navçeyê hat bombebarankirin.
  • Li gundê Xirab Îşkê yê Kobanê li ser rêya M4 motorsîklêtek hat hedef girtin, 2 sivîl birîndar bûn.
  • Li hinek gundên Kobanê, Til Temir û Hesekê qadên sivîlan hatin hedef girtin.
  • Cihekî petrokê li nêzî gundê Gir Dahok ê Tirbespiyê hat bombekirin.
  • Stasyona petrolê ya li gundê El Qews ê li Çilaxa hat bombekirin.
  • Derdora stasyona avê ya li gundê Rikuba yê Til Temirê hat hedef girtin, di encamê de ziyanên madî çêbûn.
  • Gundê Til Hebeşê yê Amûdê hat bombekirin û di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Asayîş: Divê gelên herêmê bibin yek û destketiyên xwe biparêzin

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên Asayîşê destnîşan kir ku dewleta Tirk êrişî jiyana azad û wekhev û aramiya herêmê dike û bang li gelên herêmê kir li dijî êrişan bibin yek û destketiyên xwe biparêzin.

Back to top button