Welatiyên Êzidî ji bo hecê berê xwe dan Laleşê

Welatiyên Êzidî ji bo ku wezîfeya xwe ya hecê bi cih bînin, li ser rêya Laleşê ne.

Civaka Êzidî her sal 6’ê Cotmehê li mezargeha Laleş wezîfeya xwe ya hecê pêk tînin.

Welatiyên Êzidî bi vê mebestê ji 4’ê Cotmehê ve ji gelek aliyan ve ketin ser rêya Laleşê.

Îro 104 kes ji herêma Cizîrê û Efrînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biçin Laleşê, ji pêş Mala Êzidiyan ya li navçeya Tirbespiyê berê xwe dan deriyê Sêmalka.

Pîrozkirina cejnê di 6′ê Comtehê de dest pê dike û heta 13 rojan wê dewam bike.

 

Back to top button