Li Mexmurê şehîdên komkujiya Hewlêrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Şehîdên komkujiya 16’ê Gulanê hatin bibîranîn.

Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê komkujiya Hewlêrê şermezar kir û hemû şehîdên komkujiya 16’ê Gulanê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wê her tim dîrok wan hêz û partiyên siyasî yên xayin, di çîrokên serkeftina lehengî û destana tekoşîna azadiyê de ji bo nifşên nû; wekî beko’yan pênase bikin.”

Li hemberî êrîşan û komkujiyan, Saziya Malbatên Şehîdan teqez kir ku ew ê her tim tekoşînê bilind bikin û berxwedanê gurtir bikin.

Back to top button