Li Silêmaniyê xwepêşandanên li dijî hikumetê di roja 3 de ne

Li Silêmaniyê li dijî nedana mûçeyan û rewşa xirab a jiyanî, xwepêşandan li dar in.. Duh jî şêniyên navçeya Şarezurê ya Silêmaniyê dest bi xwepêşandanê kir. Tevgera Goran, Nifşê Nû û Hevserokê YNK’ê piştgirî dan xwepêşandanên li Silêmaniyê û Encumena Dijber a Raperînê jî banga berfirehkirina xwepêşandanan kir.

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî nedayîna mûçe, rewşa xerab, gendelî û pergala desthilatdariyê berfireh dibin.

Ciwanên bajarokê Zerade yê bi ser navçeya Şarezurê ve, di saetên şevê de daketin kolanan û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandêran li ser rêya sereke ya Kelar-Silêmanî bi şewitandina dolab û danîna keviran, rê ji çûnûhatinê re girtin.

Tevgera Goran, Nifşê Nû û Hevserokê YNK’ê piştgirî dan xwepêşandanan

Tevgera Goran, Tevgera Nifşê Nû û Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi peyam û daxuyaniyên cuda, piştgirî dan xwepêşandanên Silêmaniyê.

Aliyan daxwaza rawestandina tundiya li dijî xwepêşanderan û berdana girtiyan ji hêzên ewlehiyê kir.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî jî, li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û tê de piştgiriya xwe bi maf û daxwazên welatiyan re anî ziman, ku êdî nabe welatiyên Başûrê Kurdistanê bibin qurbanên gendel û pêşbaziyên siyasî.

Lahor Şêx Cengî diyar kir ew li gel serokwezîrê Iraqê civiyaye û yê dawî soz çareserkirina pirsgirêka mûçeyan daye.

Encumena Dijber a Raperînê banga berfirehkirina xwepêşandanan kir

Di heman çarçoveyê de, Encumena Dijber a Herêma Raperînê banga berfirehkirina xwepêşandanên li Silêmaniyê kir û daxwaz kir ku 5’ê mehê tevlî xwepêşandana li Ranyayê bibin.

Her wiha bang li desthilatê hate kirin ku tevayî girtiyên Silêmanî û Behdînan berdin.

Back to top button