QSD’ê 23 girtiyên din berdan

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê beşek din a girtiyan berda û radestî rûspiyên navçeya Şedadê kir.

Li ser banga şêx û rûspiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, QSD’ê 23 girtiyên ji bajarok û navçeyên Dêrazor û Mergedayê berdan.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Cesûr Amûdî diyar kir ku ev girtî destê wan di sûcên kuştinê de tuneye.

Girtiyan ji rûspiyan re diyar kirin ku tu nêzîkatiyên nebaş û tundî li dijî wan nehatin kirin.

Back to top button