Mihemed Ebas: Me ENKS ji ber girêdana bi dewleta Tirk re hişyar kir

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Kurdistanê Mihemed Ebas têkiliya di navbera ENKS’ê û dewleta Tirk de rexne kir û bang lê kir ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re, careke din di ber çav re derbas bike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Kurdistanê Mihemed Ebas têkiliya di navbera ENKS’ê û dewleta Tirk de rexne kir.

Mihemed Ebas anî ziman ku wan gelek caran ENKS ji ber girêdana bi dewleta Tirk re hişyar kiriye.

Mihemed Ebas destnîşan kir ku wan Mesûd Barzanî û PDK’ê hişyar kir ku têkiliyan bi dewleta Tirk pêş nexin, lê mixabin guh nadin hişyariyên me.

Ebas diyar kir ku ji ENKS’ê tê xwestin ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re, careke din di ber çav re derbas bike.

Mihemed Ebas di dawiyê de bang li ENKS’ê kir ku têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re xurt bike.

Back to top button